ArşîvDaxuyanî

Kongra Star: em bang li CPT dikin ku erka xwe pêk bîne

Meclisa Kongra Star ya Bakur û Rojhilatê suriyê bang li CPT'yê kir ku bi erk û bepirsyartiya xwe ji bo rakirina tecrîda li îmraliyê bê rakirin.

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya CPT`yê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyanyê de ev hat gotin:

Tecrîda giran ku li ser rêber Abdullah Ocelan li îmraliyê bi awayekî sîstematîk tê meşandin bi salaye bê huqûqiya ku tê kirin hemû pîvanên mirovî qanûn û huqûqa navnetewî têne binpê kirin tecrîd li ser rêber Abdullah Ocelan giran kirin bi hincet û buhaneyên cuda cuda mafê rêber Abdullah Ocelan wekî girtiyekî siyasî bi awayekî dij mirovî têne binpê kirin li beramberî vê tecrîda girankirîku tê meşandin

berpirsyariya saziyên navnetewî ku xwediyê erkin li beramberî van kiryaran,û îşkenciya ku li îmraliyê tê meşandin ev sazî hemû  bê dengin .

Ev demeke dirêje ku tu agahî ji rêber Abdullah Ocelan nayê girtin, û rê nayê dan kû parêzer û malbata wî hevdîtina pêre bikin, ev yek metirsî û fikaran li ser rewşa rêber APO çê dike

CPT xwedî erke ku rewşa îmraliyê bişopîne û bi berpirsyartiya xwe rabe , lê heta niha bi erka xwe ya exlaqî ranebûye ji ber ku erk û berpirsyartiya  wane ku van rewşên  însanî  bşopînin lê xuyaye ku ev saziyên navnetewî û mirovî li gel tcrîda girankirî û bê huqûqî û bê qanûniya tê kirin  ji aliyên hinek hêzan ve hêsîr hatine girtin  jibo wê em bangê li CPT dikin bi taybet ku wek saziyek li dijî işkencê li gorî dadgeha mafê mirova û huqûqa navnetewî û li gorî erka xwe bi awayekî qanûnî pêk bîne .

û ev yek erka hemû aliyên peywendîdar ji saziyên navnetewî yên huqûqî ,rêxistina mafê mirovan û bi taybet CPT ku li dijî siyaseta tecrîd kirin û bê dengkirinê bi awayekî qanûnî bi erka xwe rabin û perpirsyartiya xwe pêk bînin li beramberî zelal kirina  rewşa  rêber APO û hemû mafê wî yê qanûnî ku hatine binpê kirin were pêkanîn , tecrîda ku li ser îmraliyê were rakirin , di nav de mafê hevdîtinê bi parêzer û malbatê re were dan , sûcên ku hatin kirin hesab were xwestin.

 

 

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27