KomxebatNûçeSlide

Şêwra Jinan a bi Durişmeya ‘Bi Hevgirtina Jinan Emê Suriya Demokratîk Ava Bikin’ 

Şêwra Jinan bi pêşniyar û nêrînên ji bo parastina rol û destkeftiyên jinan a di pêvajoya nû ya Sûriyê ku ji bo Suriye ke Demokratîk Nenavendî û Pirrengî hatin pêşxistin û deklarasyonek Hat ragihandin.

Şêwra ku li Akademiya Ş. Zeyneb Saruxan a Bajarê Hesekê hat li darxistin Di vê Şêwrê  de 500 Jinên ku ji pêkhateyên cihêreng e Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Êzidî de Rêxistin, Tevger, Sazî, Mûnazamatên Jin Rewşenbîr, Huquqnas, Nivîskar û Rojnamevan, Jinên Pêşeng ê Êşîran û Kesayetên Serbixwe amadebûn. her wiha hejmarek Huquqnas Çalakvanên Jin ji aliyê Siwêdaye, Hemis, Heleb, Şam, û Sahil jî beşdarbûn.

Di berdewama şêwrê de Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn  berxwedana şervanên QSD,YPJ û YPG li bendava Qereqoza de pîroz kir û wiha got:”Îro cihanek di nava qeyranê de ye ne tenê gelê Sûrî ye , yê ku vê cihanê xelas bike û azadiya gelan bidestbixe, jina pêşeng û azad e . Di sekna jina azad e wê mirovahî bi ewle jiyan bike û mafê her pêkahtî were parastin. Êrîşên ku niha li Ser bendava Qereqozatê pêk tê, armanca wê ku îrade û hêza jinan a birêxistinkirî tune bikin. Şerê ku niha tê meşanidn şerê mirvahî û şerê parastinê ye , eger em daxwza jiyanek azad û bi rûmet dikin îro erkê her jinekê ku berî nav û av parastin esas e . Heya Roja me îro de êrîş li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê heye, ji bo parastina deskeftiyên şoreşa me rojane em şehîdan datînin di kêliya ku têde dibêjin sûriya ya nû , ev tê wateya şerekî zihnî û qirêj li ser jinan tê meşanidn . mesaca me jî ewe ku yê me xelas bike parastin, rêxistinkirin û tekoşîn e. “

Hevseroka TEV-DEM’ê Remzîye Mihemed jî berxwedaniya YPJ, YPG û QSD’ê slav kir û wiha axivî: “Di şexsê Avzem, Berîtan, lêgerîn, Amara, Sakîne û Evîn Goyî di şexsê wan hevalan de em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin bi navê Tevgera Civaka Demokratîk bi navê tevahî Jinan slavekî bi hêza me ku bi salane herêmê ji siyaset û qirkirinên dagirkeriyê diparêze Yêkineyên Parastina Jin YPJ Heza Suriya Demokratîk QSD slav dikin û berxwedaniya wan pîroz dikin.

Remziye teqez kir ku ew dê Bi dest û denge edaleta Jinê, Sureyeke Demokratîk ava bikin û Got: “Ev pirrengîya ku me dayî ava kirin emê di Suriya Nû de jî ava bikin. Bi destê jinên endezyar emê Suriyeke xweşik ava bikin. Bi dest û denge edaleta Jin xebat û tekoşîn dikin ava bikin. Bi qelema Jinên rewşenbîr, nivîskar û hunermend dîroka xwe a ku nehatiyi nivîsandina binivîsin ji ber efsaneyên ku bi destê pêşengên şoreşa me ji Zehra heya Hevrîn Zeyneban Heya Yusra yan bi hezaran weke Arîn û Awestayan ku bi xwûna xwe xaka me avda ne emê van destkeftiyan ji ji dijminê Jin ê Dagirker û terorîstên ku dibêjin rola Jin di nava Civakê de tüneye re nehêlin.

Eyşe Efendî li ser navê Herema Firatê axivî axivî û got: “Ji hemû jinên hazir ku pêşengiya şoreşa Jinan a Rojava dikin em silav dikin.despêka aloziya Surî de Jin li baramberî tundiyeke Giran hatin şoreşa Jinê Hat naskirin Jin hemû herikîn Qadan de di tevî hemû zehmetiyan jî  cihê xwe di hemû xebatan de girtin heya pergala baviksalarî di hindirê civaka me de berdewam bikin wê ev tundî li nava civakê de xilas nebe ji bo vê pêwîste

Hevseroka meclîsa malbatên Şehîdan Cewahir Osman jî dîyarkir ku Suriyeke azadiya Civakê esas digre soza wane û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk a dagirker ku dixwest hemû pêkhatê û netewên Kurd tüne bike Em xwediyê projeya netewa Demokratîkin em şagirtê rêber APO, xeta felsefeya Jin Jiyan Azadî ne ku bi xwediyê bi hezaran Jinên pêşêng ên şehîdin. Ji Berîvan, Zîlan zekiye, Rehşan Sakîneyan û Arîn Mîrkana nin emê heta dawî xwedî li wan derkevin emê deskeftiyên ku bi ked û emekê wan hatine bi destxistin biparêzin bi taybet yêkrêzî hevgirtin û bi rihê Jina Fedakar xwedî lê derkevin. Suriyeke pêşeroj û demokratîk soza me ye. emê helwestê xwe li hemberî komên cîhadîst rol û misyona xwe bilîzîn.”

Her wiha di dawiya Şewra Jinan de Deklerasyona Hatiyi ragihandin wiha ye:

Pêvajoya ku bi çalakiyên azadiyê yên gelan û jinan di sala 2011’an de li Rojhilata Navîn destpê kir, bi pêşketinên çend mehên dawî re derbasî qonaxeke nû bû. Di nava şerên 13 salan li ser axa Sûriyê rû dane, encamên herî giran jinan jiyan kirin. Di nava vê demê de ji tecawuzkirina jinan heta li bazaran firotina jinan, ji serjêkirina mirovan heta tinekirina mîrasa dîrokî-çandî sûcên giran ên şer hatin kirin. Bi saya têkoşîn, berxwedan û fedaîtiya Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Rêvan Kobanê, Jiyan Tolhildan, Sosin Bîrhat, Seada, Hind, Qemer, Şamîram xabûr, Wîdad Yunan, Elerya Yaqub  û jinên ku hîna di tunelên şer de li ber xwe didin, bi fedaîtiya van jinan DAÎŞ û hêzên dagirker têk çûn. Bi dayîna berdêlên ew çend giran, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke nû ya xwe dispêre netewa demokratîk hat afirandin.

Di vê sîstemê de jin ji xweparastinê heta siyasetê, ji çand û hunerê heta aboriyê, ji sîstema edalet û perwerdeyê heta ekolojiyê li her qadê rêxistinkirî misoger kiriye . Ev pergala rêxistinî ya ku ji aliyê jinan ve hatiye avakirin û ji vê jî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê hêz û îlham jê digirt, wek şoreşa jinê binavkirin. Jinan destkeftiyên xwe bi hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi garantî kirin. Niha jî em weke jin dest bi xebatên amadekirina hevpeymana civakî ya jinan dikin ku ev weke gaveke misogeriya pergala jinan û azadiya jinan zêdetir bike û bi vê yekê em dixwazin destkeftiyeke nû li van destkeftiyan zêde bikin.

Rejîma BAAS a ku bi salan gelên herêmê, jin, bawerî û çandên cuda tepisand, hate hilweşandin. Faktora bingehîn a rê li ber hilweşîna rejîma BAAS’ê vekir, daxwazên demokrasî û azadiyê tune hesibandin û tepisandin, pêkanînên antî-demokratîk, yekperest ango nîzameke otorîter a navendî ava kiribû. Ev xaka ku xwedî dîrokeke qedîm e û tevahiya dîrokê gelek gel û baweriyan bi hevre li ser jiyane, di encama kiryarên vê rejîma otorîter û şerê 13 salan de, ev çanda bi hevre jiyane gelek zirar dît û gelan êş kişandin.

Tenê pergaleke ku hemû cihêrengiyan li ber çavan bigire, wekhevîxwaz û demokratîk vê çanda jiyana bi hevre dikare jinûve şîn û geş bibe, Sûriye jî wê demê dikare bibe Sûriya hemû kesên li Sûrî dijîn. Di nava 13 salên bihûrî de tevî gefên şer û êrîşan jî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ev yek bi perspektîfa Netewa Demokratîk xist meriyetê. Ji bo ev sîstema ku serkeftina wê îspat bûye belavî tevahî Sûriyê bibe pêwîste bi lezgînî xebatên bi bandor bên meşandin. Piştî rejîma BAAS’ê, careke din hewldanên avakirina dewleteke unîter, navendî hene ku tê de mafên jinan û gelan nas nekin, bawerî û çandên cuda di bin tehdîtê de bin. Di rewşeke wisa de wê derî li şer û aloziyên nû vebe. Berdêlên ku me dane, êşên ku me jiyane, siberoja bi milyonan mirovên ku hatine koçberkirin û tehlûkeya ku jin û gelên li herêmê dijîn bi taybetî dike ku jin bi rengekî çalaktir tevlî vê pêvajoyê bibin.

Bihara gelan a li Rojhilata Navîn ancax bi azadiya jinê pêk were. Em weke jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, ku felsefeya Jin Jiyan Azadî veguheriye û bûye sîstem, em bang li hemû jinên li Sûriyeyê dikin. Em dibêjin, em weke jin însiyatîfê bigirin dest û ji bo Sûriyeyeke azad û demokratîk têkoşîna hevpar geş bikin. Li dijî polîtîkayên qirker û şer ên desthilatdariya mêr em xwe biparêzin û bi destê jinan Sûriyeya nû ava bikin.

Li ser vî esasî şewra me gihiştiye van biryaran;

  • Deklerasyona ji aliyê Meclisa Jinên Sûriyeyê ve hat îlankirin ji bo destek kirin û jiyanî bibe divê bi awayeke çalak di pêkanîna wê de rol were leyîstandin.
  • Meşandina xebatên bi bandor ji bo misogerkirina maf û azadiya jinan ku di hevpeymana civakî ya Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye mîsogerkirin ji bo destûra nû ya Sûriyeyê esas were girtin
  • Hemû herêmên dagirkirî yên bakur û rojhilatê suriyê werin vegerandin û koçberên van deran cardin vegerînin ser cih û warên wan
  • Di demeke kin de temamkirin û îlankirina hevpeymana civakî ya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
  • Bi nûneratiya pêwîst ji jinên hemû gel, bawerî û çandên li Sûriyê dijîn beşdarbûna %50 ji jinan di kongreya niştimanî ya ku tê plankirin ji bo avakirina sîstemeke nû li Sûriyê were lidarxistin.
  • Di hikûmeta demkî de tevlîbûna jinên ku îradeya jinê temsîl bikin
  • Jin di komîteya nivîsandina destûra bingehîn de cih bigrin.
  • Di mijara mafên jinan de ti sînordarkirinan re destûr neyê dayîn.
  • Destwerdanên li ser kar kirin, perwerde, mafên ger û geşt, şêweyê jiyanê û kincên jin neyên kirin daku karibin bi vîna xwe bijîn.
  • Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê weke temînata azadiya jinê were dîtin.

Şêwr bi diruşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ , ‘ Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

 

 

Related Articles

Back to top button