HevpeyvînNûçeSlide

Rêber Ocalan Mifteya Çareserkirina  Tevahiya  Aloziya Ye

Hevseroka Meclisa Bajarê Dirbêsiyê Raziye Ibrahîm Di Kesayeta Rêber APO De Em Fêrî Felsefeya bedew a Fikir,Zikir û Çalakiyê bûn

Hevseroka meclisa bajarê Dirbêsiyê Raziye Ibrahîm tişta ku ji Rêber Ocalan fêrbûye wiha dahurand û got,beriya ku rû bi rû hevdîtinê bi Rêber APO re bikim min ew hinekî di xwendina fikir û ramanê wî de ji prtûkan ew xwend û naskir,di sala 1991 de hin pişniyar hebûn ji bo çûna li cem Rêbertî,ew dem li ser esasê van daxwazan komek heval hatin amade kirin û di nav wande daxwaza minjî hat qebûl kirin û koma me bi hevre ji bo hevdîtinê derbasî çiyayê beqa a Lubnanê bûn  dema ku min Rêbertî dît ez dikarim vê bêjim aqilê mirov disekirine bi taybetî dahurandinên Rêber Ocalan ji bo geşedanan herwiha ji bo Rewşa Rojhilata navîn di heman demêde dahurandin û tesbîtên wî di derbarê pêşerojê de gelek zelalbûn ev dihişt mirov di cihê xwede matmayi bimîne, û aliyê hel balkêş û girîngjî ewbu li ser rewşa jin û pirsgirêka azadiyê radwestiya ku wê çawa jin bikaribe xwe ji rewş û hişmendiya civaka şunketî rizgar bike û di her aliyê pêşxistina xwe û civaka ku têde dijî rol bileyize.

Tişta em ji Rêber APO fêr bûn ew bû em derbasî piratîkê bikin

Raziye destnişan kir ; ku dema min Rêbertî dît di gelek mijaran de bala min dikşand ,û heya demek pir dirêj ev tişt di mejiyê min hatin xêz kirin,bi taybet yek ji mijarên girîn ku Rêbe Apo di dahurandinên xwe de  li ser rawestiya ev bû Rola ciwanan bû,rola ciwana di guhertin û veguhertina kesayeta xwe de û bi vê kesayeteke guhertî çawa bikaribe ji civaka xwe re bibe pêşeng bi taybetî ji bo ciwanan bibin pêşeng û berê wan ji şaşîtiya veguherin ber bi rastiyan ya rastî di wan salan de ez bixwejî di temenek ciwan de bûm,lewma dikarim vê bêjim gelek tiştên ku bala min kişand û di aqlê minde bi cih bibûn min her têkoşîn dikir ku ez van rastiyan derbasî piratîka xwe bikim,ji ber ku tişta ku me ji Rêbertî têdighiştin ew bû em di piratîka xwe de pêkbînin.

Sedema komplo ewbû ji rastiya Rêbertî ditirsiyan û ew wek xeterî didîtin

Raziye Ibrahîm ,wiha pêde çû ku yek ji armancê sereke yên komployê ewbû ku hebûna Rêber Ocalan û fikir û felsefeya wî ji bo berjewendiyên xwe heya dawî weke xeterî didîtin lewma bi hevhkariyeke navdewletî pilanê komplo ket meriyetê û serok Apo dil girtin,ew dem jî ez bi xwere ketim nav lêpirsîneke pir dijwar de û min di lêhurbûna xwe de her ev bir û anî ‘ez weke jin û em jin bi tevahî û gel ji bo vala derxistina komloyê wê rola me çibe herwiha erk û misyona ku dikeve ser milê me çiye,mejî dizanî ku sîstema desthilatdar hegemon û emperyalîst naxwazin civak bi pêşengiya fikir û ramana Rêber Abdullah Ocalan re pêş bikeve ji ber ku heya bi şaneya xwe bi xeteriya hebûna Rêbertî his kirin ku wê rê li pêşiya hegemoniya pergala desthilatdar bike û wan ji berjewendiyên wan yên ku tenê xizmeta deletbûn û serdestiya wan dike ,ji demokratbûn û maf û hebûna civakan bê parin,lewma dewletên navneteweyî ketin nava pilaneke komplo û Rêbertî dîl girtin.

Komplo bi dîlgirtina fîzîk a Ocalan re bi ser neket

Raziyêe di berdewamiya axaftina xwede bal kişand li ser giringiya xwe bi rêxistinbûnê û got’ di dema dilgirtina Rêber APO de em heya bi her şaneya bedena xwe hejiyan lê em bê hêz neketin ji ber ku ji despêka ku Rêbertî dest bi tekoşîna tevgera azadiyê kir gelek kadro , gel û civak amade kiribû û bi rêxistin kiribû,di warê siyasî û leşkerî de gavên gelek mezin hatin avêtin,ji roja despêkê a tevgera azadiyê û heyanî bi despêkirina şerê çekdarî ev bû rêya ronahiyê ji bo ku gelê ku careke din ji binê gorên betonê weke şitlekê ji nûve şîn bibe û serî hilde ûji tarîtiyê  derbasî ronahiyê bibe bû,guleya yekemîn bû çirûska azadiyê bi teybet ji bo gelê kurd û gelê bindest bi giştî jî.Raziyê wiha domand;ne li Rojhilata navîn û tevahiya cîhanê gel komploya li ser Rêber Ocalan nepejirand ,wek tê zanî hema biryayê dardakirinê li ser Rêbertî girtin lê ji ber ku me dît bê bertekên gel ,şagirt û şervanên Rêber APO çawa teyisîn bi çalakiyên canbexşane bi sedan kes agirê bedena xwe û bi agirë bedena xwe xwe li dora Rêbertiya xwe kirin xelek bi diruşmeya Kes Nikare Roja Me Tarî Bike canê xwe feda kirin mînakên wiha ticaran nehatibû jiyîn ji bo pêximberan kesî xwe neşewitandin ,lewra van hevalan bi agirê bedena xwe wijdanê cemidî ruhê qeşagirtî bihejîne,bi van çalakiyên behempa hişt ku bi dilgirtina Rêbertî tevgera azadiyê ji Rojhilata navîn derkeve li cîhanê dengvede û gerdunîbû.herwiha bi hezaran gel daketin qadan û qêriyan Bê Serok Jiyan Nabe çalakî hatin kirin,ev jî hişt ku  biriyayêndarda kirinê ku li ser serokatiya me hatibû girtin were betalkirin û biryara heya bi heya di girtîgehê de hat girtin evjî li ser hêrsa gel a têkoşînê qels nekir û ji bo  têkoşîna  azadiyê gav bi paşde neavêt berovajî vê bi dehan kes xwe dan ber erk û xebata şoreşê û her ku çû ev şoreş berfirehbû êdî me dît di nava zanîngehên ereban de herwiha yên birîtaniyajî raman û dahurînên Rêber Abdullah Ocalan dihatin dayîn ev tê vê wateyê ku raste Serokatî fîzîkî hate dîlgirtin lê belê fikir û ramanê wî nehat sînor kirin û li tevahiya cîhanê belavbû,heskirina ji Rêbertîre ket dilê her kesek bindest ji mafê xwe bêpar mabe û herkesî nas kir ku wê fikrê serokatî bibe riya azadiyê ji mirovahiyê re.

Rêber Ocalan Mifteya Çareserkirina  Tevahiya  Aloziya ye

Raziye wiha dawî li nirxandinê xwe anî’yek ji gavê sereke yên ku Rêber APO di têkoşîna azadiyê de kire bingeh azadiya jinbû ,lewma jinan bi ked û têkoşîneke mezin û her ketin nav wê hewildanê ku çawa xwedî li ked û pirojeya Rêbertî a ji bo azadkirina jin û rizgar kirina wê ji hişmendiya şundemayî derkevin ,bi vê tëkoşîna jinan ji komploya navneteweyî re bû bersiv û jinê her bû xwediya wê kedê ku li gorî baweriya Rêbertiya xwe derkevin kû ji projeyên azadiyêre yên di nêvîde mayî re ewê pêşengtî bikin û bibin bersiv ji hemû hişmendiya hegemon komploger, mînakên van jinan jî Zîlan û Arîn mîrkan û bi sedan jinên ku bûn mînak ji bo bibin hevalên Rêbertî yê rast û gelek berdêlên giranbuha hatin dayî ,û xwe kirin pirek ji bo ku jin û civak ji tarîtiyeê dervasî ronahiyê bibe,van jinên mînak ji jinên cîhanê re dan nîşandan ku jinê xwe bi fikir û ramanê Rêber APO ava kiriyê evin,ez dixwazim vê bêjim ku em weke jin ji bo em xwedî li keda rêbertiya xwe derkevin emê heya azadiya wî misoger bibe li ber xwe bidin ,tê bikoşin û her li qadabin.

 

Related Articles

Back to top button