
Xunav Xelîl Komploya navneteweyî a dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermizar kir û wiha got: “Li pêşiya me 15 Sibatê roja reş a komploya navneteweyî heye ku sala 1998’an da dest bi komploya navneteweyî hat kirin li ser Rêber APO. Bi serkêşiya dewleta Tirk û hemû dewletên navneteweyî di nava vê Komployê de cihê xwe girtin. em vê Komploya navneteweyî di Şexsê Rêber APO de li ser tevahî gelên bindest şermizar dikin.
Em bang tevahî cîhanê dikin li hemberî Komploya li ser Rêber APO ku ji bo azadî û wekheviya tevahî gelan tekoşîn dike êdî helwestek were dayîn. Ev 26 salin ku dikeve sala 27’an di girtîgeha Îmrali yê de berxwedanîyeke bê hempa dimeşîne. Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê kirin hîna berdewame.”
Xunav balkişande ser armanca Komployê û wiha pê de çû: “Rêber Apo tekoşîna azadiyê dimeşîne ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahî gelên bindest ku dixwazin bi çand, ziman û nasnameya xwe ve bi azad jiyan bikin. Ev yêk li dijî berjiwendiyên şexsî ê neteweyên yêkbuyî ye ku bi yêk ziman yêk reng û yêk al ê ferz dikin, desthilatdariya xwe li ser gel dimeşînin. NY projeya Rêber Apo ku berjiwendiyên wan ê şexsî û desthilatdariya wan li ser gelên azadixwaz tine dike, ji xwere xeteriyeke mezin dîtin. Ji bo vê ev Komplo pêk anîn. Di vê komployê de xwestin tevahî gelê Kurd tine bikin. Çawa di dîrokê de her tim gelê Kurd ji bo serxwe bûn û azadiya xwe serî hildan ku ev Şoreş bi qetliaman re rû bi rû man.”
Xunv dîyarkir ku Rêber Apo Rêberê tevahî cîhanê ye û wiha lê zêde kir: “Rêber APO bu Rêberî hemû cîhanê ku tevîhaî cîhan Rêber APO rêberê xwe dibîne li ser fikir û felsefeya wî perwerde dibînin û dikin bingeha jiyana xwe. Ji ber ku hemû kes xilasîya xwe di vê fikre de dibîne û azadiya xwe di azadiya fizîkî a Rêber APO de dibîne. Di demê dawî de piştî 4 salan hevdîtin bi Rêber APO re 23’ê Cotmehê birazayî wî Omer Ocalan re pêk hat a duyem jî şandeya DEM partiyê 28’ê Kanûna 2024’an û di 22’yê Çileyê de bi Rêber APO re hevdîtin kirin. Taybet Jin û gêlê Kurd ji me re moreleke herî bilind bû ku em tendutîstiya Rêber apo de agahdar bûn.
Xunav balkişande ser hevdîtinên bi Rêberê gelan Abdullah Ocalan re û wiha got: “Rêber Apo di hevdîtinên xwe de peyama xwe da ku got “ Ger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku vê pêvajoya pevçûn û tundiyê derxim ser binge ha hiqûqî û siyasî. ev bi xwe peyame ke diyare. Rêber Apo bi berxwedan û tekoşîna xwe ve komplo vala derxist. Weke gelê Kurd î tekoşîneke xut hat meşandin lê hîna jî tekoşîneke bê navber pêwîste ku em azadiya Fîzîkî a Rêber APO pêk bînin. Rêber Apo xeta Jina azad da diyar kirin. Jin li ser vê xetê tekoşîn û berxwedaniya xwe dide meşandin. Gelek Jinên derve jî bi fikir û felsefeya Rêber APO bandor bûn.
Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ve ji tevahî cîhanê re ispat kir ku jin jî di nava vê fikrê de li hemberî hişmendiya paşwero berxwe didin. Mînakên niha ber bi çavin Jinan di xebatên siyasî, rexistinî û di beşên leşkerî û hwd. Cîh girtine. Mînaka YPJ ku pêşenga Şoraşa Jinê ye. Tevahî Jinên cîhanê cihê xwe di nav YPJ de digrin. Em weke Jin xwedî şansin ku Rêber APO ev xet ji me re pêşkeş kir. Me jî di tevahî cîhanê de ispat kir ku weke Jin em dikarin di her warî de berxwe bidin.”
Xunav wiha bi dawî kir: “Dewleta Tirk bi dîl girtina Rêber APO ve xwest gelê Kurd qir bike, lê gelê Kurd b tekoşîn û berxwedaniya xwe ve ispat kirin ku wê her tim hebin wê tekoşîna xwe xurtir bikin û azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger bikin. Em di vê 15’ê Şibatê de ku weke tê gotin li benda xîtaba Rêber APO ne, hemû cîhan li benda vê Rojê ye ku xitaba Rêber Apo bihîsin. Em baş dizanin ku Rêber Apo bi vê xîtaba xwe a dîrokî de wê aloziya Rojhilata Navîn û qirîzên tevahî cîhanê çareser bike.”



