
Beyrût- Kongra Star û Komeleya Çanda Civakî ya Newroz bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan, bi diruşmeya “Ji bo azadiya gelan – jin, jiyan, azadî” bi amadebûna bi sedan Jin û Mêr’an Gêlê Kurd li Lubnanê û Dostê wan tevî nûnerên komeleyên jinên Lubnanî, festîvaleke hunerî li dar xist.
Şahî ji aliyê Cîgira Seroka Komeleya Jinan Dîlan Hesen ve hate pêşkêşkirin û çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.
Nûnera Kongra Star a Lubnanê Leyla Efrîn axaftinek kir û tê de girîngiya vê cejnê di çarçoveya têkoşîna cîhanî ya azadiya jinê de nirxand. Her wiha têkoşîna jinê bi berxwedana Bendava Tişrînê ve girêda û bal kişand ser ramana azadîxwaz a Rêber Abdullah Ocalan û rola wî ya di avakirina rêgezên edaleta civakî û wekheviyê de û destnîşan kir ku têkoşîna jinê têkoşîna hemû gelan a ji bo azadî û demokrasiyê ye.
Her wiha endama Komîteya Jinan a Komeleya Newrozê Nisrîn Berro axivî û diyar kir ku azadiya jinê bingeha azadiya civakan e û destnîşan kir ku dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ne tenê gotin e, ji ber ku têkoşîna dîrokî ya li dijî cudakarî û mêtingeriyê temsîl dike. Her wiha jinên têkoşer ên ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dane xwişkên Mîrabal, Sakîna Cansiz, Leyla Fîdan û Hevrîn Xelef bi bîr anî û destnîşan kir ku jinên Kurd her tim di refên herî pêş ên berxwedan û parastina mafan de cih girtine.
Axaftina nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê
Li ser navê nûnerê Rêveberiya Xweser a Lubnanê Ebdulselam Ehmed gotarek pêşkêş kir û pîrozbahî li vê helkeftê kir û tekezî li ser giringiya rola jinan di projeya Rêveberiya Xweser de kir û tekez kir ku azadiya jinê bingeha avakirina civakeke demokratîk a azad e.
Peyama Rêber Ocalan: Azadiya jinê bingeha edalet û sosyalîzmê ye
Di pîrozbahiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi zimanê Kurdî ji aliyê Rêvan Kobanî ve û bi Erebî ji aliyê endama Jinolojî Zahîde Mamo ve hate xwendin. Beşdarwan Peyama Rêber Abdullah Ocalan bi kelecaneke mezin, bi durişmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û bi hestên mezin û bi nirx pêşwazî kirin.
Beşdariyên cûrbecûr bal kişand ser yekitiya têkoşîna Jinan
Di çalakiyê de axaftinên kesayetên femînîst ên navdar, Seroka Meclisa Jinên Suryan Arlette Xûrî, bi boneya pîrozbahiyê axaftinek kir. Her wiha nûnera sereke ya Meclîsa Jinê Meqbûla Qeis jî axaftinek kir û tê de tekezî li ser pêwîstiya hevgirtinê di navbera jinan de li hemberî zilm û cudakariyê kir.
Nûnera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Simla jî axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya beşdarbûna jinan di jiyana siyasî û civakî de û piştre nûnera ciwanên Libnanî Sîlva jî bal kişand ser rola nifşên ciwan di berdewamkirina têkoşînê de.
Performansên hunerî yên cihêreng ên ku mîras û têkoşînê pîroz dikin
Di şahiyê de gelek çalakiyên hunerî hatin pêşkêşkirin, koma zarokan şanoyek pêşkêş kirin, piştre hunermendên Koma Welatê Rojê govend gerandin û Koma Şehîd Rûtînda dabke jî stran gotin. Her wiha klîbeke temsîlî ya ku pirsgirêkên jinan û têkoşîna wan tîne ziman hat pêşkêşkirin.
Festîval bi dengê hunermend Fatima Abdo ya ji Rojava bi dawî bû, ku bi vê minasebetê komek stran pêşkêş kirin, di nava pêwendiyeke mezin a temaşevanan de, di atmosfereke cejnê de ku tekezî li ser hêza jinê û rola wê ya sereke di civakê de kir.
Di pîrozbahiyê de beşdaran teqezî li ser berdewamiya tekoşîna ji bo mafên jinan û redkirina her cure cudakarî û çewsandinê kirin û Diyarkirin ku Roja Cîhanî ya Jinan ne tenê pîrozbahiyekê ye, belkî stasyoneke nû ye li ser rêya têkoşîna berdewam a ji bo edalet û wekheviyê.
Di dawiya çalakiyê de beşdaran dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ , ‘Azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan’ bê navber hatin qêr kirin.




