ÇalakîNûçeSlide

Li Hesekê Jin ji Bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Daketin Qadan

Bi hezaran li Kantona Hesekê jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Di meşê de hate gotin heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger nebe aştî û azadî pêk nayên.

Bi pêşengiya  Kongra Star a bajarê Hesekê, bi hezaran ji jinên Hesekê, Şedadê, Dirbêsiyê, Til Temir,Til Birak, Hol, Zirgan û kampên Serêkaniyê û Waşûkanî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şiyara  “Rojek bi jiyana azad ra diyalok”meşeke girseyî li dar xist. Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hildan.

Meş ji Çerxerêya Marşo ya bajar dest pê kir. Piştî ku meşvan gihaştin Qada Azadiyê deqeyekê rêz girt. Piştire endama Kongra Star a bajarê Hesekê Welîde Botî axivî û wiha got: “Em silavan ji Rêber Apo re dişînin. 26 sal li Îmraliyê berxwedaneke dîrokî dike. Destkeftiyên ku jinan îro bi dest xistine bi saya Rêber Apo ne. Em ê jî xwedî li wan destkeftiyan derkevin û heya Rêberê me bi fîzîkî azad nebe, em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”

piştre endama Kongra Star a navçeya Holê Bedriya Hisen diyar kir ku bêyî azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadî û aramî mîsoger nabin û wiha got: “Hêzên komploger xwest vîna jinan bişikînin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo her jinekê Îmralî kir dibistan.”

Meş bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button