Li Bajarê Qamişlo Bi Hezaran Jin Daxwaza Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Kongra Star li bajarê Qamişlo ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi durişmeya ‘Rojeke bi Jiyana azad re Diyalok’Meşeke girseyî li darxist. Jinan diyarkirin ku Armanca wan ya pêşîn azadiya Rêber Abdullah Ocalan’e.

Desthilata Tirk pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Tevî banga wî ya ji bo aştiyê ku di 27’ê Sibatê de bi rêya şandeya Îmraliyê hatibû ragihandin, lê dewleta Tirk tecrîdê didomîne.
Meş ji çerxerêya Sonî, bi beşdariya bi hezaran Jinên pêkhateyên bajarê Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs, bi hildana wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û ala Kongra Star destepê kir. Di meşê de Durişmeyên “Bi Can bi Xwîn Em Te re ne Ey Serok”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Berxwedana Îmralî” hatin berzkirin û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin vekirin. Her wiha Jinan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li ser milên xwe danîbûn û nîşaneyên serkeftinê rakiribûn.
Meş piştî gihişt li Ber çerxeraya Şehîd Rubar veguhezî mitingê, piştî deqeyekî rêz girtinê li ser cangoriyên azadiyê, Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid axivî.
Berivan diyar kir ku bêyî azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadî û aramî mîsoger nabin û wiha got: “Jinên Bakur û Rojhilatê Surî îro hêza xwe careke din di nîşanê cîhanê kir çalakiya ku îro bi bangawaziya KJK di bin durişmeya ‘Rojekê bi jiyana Azad re dialog ‘ ve dîsa Jinên me herikîn Qadan ku ev 26 salin ji bo Azadiya Fîzîkî a Rêber Apo her tim li qadanin. Ev 26 salin Rêberê me bi komployeke navneteweyî di bin pergala Tecrîdê de ne ku Rêber Apo bi Berxwedaniya xwe a bê hempa re ev Tecrîd puç kir. Bi vê Komployê re xwestin di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd bixin di nava çar dîwaran de ku Rêberê mirovahiyê ji gelê wê qut bikin. Lê Rêberê mirovahiyê Rêber Apo ew 4 dîwar kir dibistaneke bi Fikir û Felsefeya Azadiyê dagirtî. Ew felsefe ya Jin Jiyan Azadî û Netewa Demokratîk ku îro Jinên Kurdistanî xwe ser ava dikin.
Berivan got “Felsefeya ku Jinên Kurdistanî bi giştî li ser xwe perwerde dikin û dixwazin bikin malê tevahî cîhanê ev di heman demê de felsefeya Netewa Demokratîke a ku Jin pêşengtiya wê dikin ku Rêber Apo ev felsefe ji me re pêşkeşkir.
Berîvanê balkişande ser pêvçunên di Rojhilata Navîn de tê jiyîn û diyarkir ku fikir û Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û Banga wî a 27”ê Sibatê xilasiya Rojhilata navîne û wiha domand: “Netewa Demokratîk a ku ji hemû gelan di nava xwede hembêz dike ku ne ji vê Felsefê ba wêtu kesî nakarîba behsa mafê xwe kiribana îro Rojhilata Navîn di nava rewşeke krîtîk de derbas dibe ku bi hişmendiya Mêrserver ve li ser komkujî û qetilkirinan hev du jiyan dikin piştî hilweşandina Rejîma Baas gelê Surî hevî dikir ku bi hevdu re bi awayekî wekhev jiyan bikin lê îro bi Rojane em qetlîamên Elewî û Durzî yan re rû bi rû dimînin lê em weke Gelê Bakur û Rojhilatê SuriyêFelsefeya ku Rêber Apo ji me re diyarkiriye bi saya vê felsefê em xwe diparêzin ku ev Fikir û Felsefeya Rêber Apo li derdota me weke çembera Parastinê ye ku em bi saya vê Felsefeyê bi hemû pêkhateyan re wekhev jiyan dikin xwediyê hişmendiya paşvero hewil didin ku Felsefeya me a Jiyana Azad bin pê bikin lê Jin û Gelê Bakur û Rojhilatê Surî ku Bi Felsefeya mîmarê Azadiyê Rêber Abdullah Ocalan hatiye perwerde kirin bi berxwedaniya xwe ve ev êrîşên li dijî Şoreşa Jinê puç kirin û divê ciwan û Jinên me di hemû di hemû qadên Tekoşînê de cihê xwe bigrin û asta tekoşîna xwe bilindir bikin ji ber ku me bendava Berxwedanê a Şehîdan de jî dît ku berxwedaniya bendava Tişrînê ji bo ê ku dixwazin dest bi avêjin projeya me bersiva herî mezin bu
Berivan teqez kir ku wê azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin û wiha bi dawî kir: “Hîna Tecrida li ser Rêberê me Berdewam dike. Piştî kampaniya ‘ ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji pirsgirîka Kurd re çareserî ‘ a di asta cîhanî de dext li ser Komplogeran çekir ku me karî em agahiyê Ji Rêber Apo bigrin û peyamên Rêber Apo ku 27’ê Sibatê, bigrin lê ruxmê Banga Rêber Apo jî Tecrîd hîna Berdewam dike ku ji bo şikandina vê tecrîdê û Azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan çi pewîst bike emê bikin û emê Azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger bibiki
Meş bi durişmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.



