Arşîv

‘Tirkiye vîna jinan dike armanc, divê em asta têkoşînê bilindtir bikin’

Îro Buroya Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk daxuyaniyek li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bajarê Qamişlo da .Endamên yekitî, sendîka, ode û rêxistinên Tevgera Civaka Demokratîk beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn û wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, dayîka Aqîde, Arîn Mîrkan, Barîn û Çîçek Kobanê hilgirtin.

Daxuyanî ji aliyê endama buroyê Taz Başa ve hate xwendin.

Hin xalên daxuyaniyê wiha ne:

“Her sal gelên azadîxwaz di 25`ê Mijdarê de Xwişkên Mîrabal ên sembola azadiyê ku ji ber ku li dijî siyastên tund ên li dijî jinan serî hildane, bi bîr tînin. Lê belê heta niha jin rastî kiryarên tund ên ku ji beriya hezar salan ve li dijî wan têne meşandin tên, hem tundiya bav, tundiya zewacê, tundiya civakê û hem jî tundiya rêxistinên dagirker ên ku bi domdarî hewldana tunekirina hebûna civakî dikin û hewl didin hişmendiya civakê bikin hişmendiyeke mêrserwer. Ji beriya bi hezaran salan ve vîn û îradeya jinan tê çewisandin, dîroka jinan dîrokeke biêş û azarên ku mêran bi destên xwe xêz kirine, hatiye diyarkirin.

‘LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ JIN BÛN SEMBOLEKE CÎHANÎ’

Jin di nava çar dîwaran de man û di heman demên şer û dagirkeriyê de deh qat derdikeve hole. Li dijî vê yekê jinan bi hezaran berdêl di oxira azadiyê de dan û di sedsala 21`mîn de dîroka berxwedana xwe li seranserî cîhanê berbelav kir, di gel ku bandora rasterast li berxwedana jinan a qehreman û têkoşîna wê ya domdar kir. Di serî de jina Kurd ji vê xetê re bo pêşeng û roleke sereke lîst. Di vê derbarê de jinan xwe di nava YPJ`ê de bi rêxistin kir û li dijî hovanetirîn şer li ber xwe da, li dijî terorîstên radîkal ên ku li dijî berxwedana jinan disekinin, şer kirin û di encamê de bû semboleke cîhanî. Jinan jinên pêkhateyên herêmê tevger kirin û li dijî awayên tundiyê û newekheviyê xwe di nava rêxistinên jinan de rêxistin kirin.

Herî dawî li Bakur û Rojhilatê Sûiryê bi navê”kaniya aşîtiyê”dewleta Xîlafeta DAIŞ`ê hêz û têkoşîna jinan li xweşiya wan nehat, ji ber vê yekê çekên qedexekirî bi kar anîn û rê li pêşiya zidîkirina DAIŞ`ê û xwe rêxistinkirin vedikin.

Dewleta Tirk û çeteyên xwe li dijî sivîlan qirkirin û cureyên tundiyê bi kar tîne, di heman demê qehremaniya gelê Kurd di çeperên şer de, guhartina demgrafiya herêmê, koçberkirin û nexasim jinan dike armanc, da ku vîn û îradeya jinan ku di oxira azadiyê de tê meşandin bişkînin.

‘TU HÊZ NIKARIN VÎNA JINÊN AZAD BIŞIKÎNE’

Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî sivîlan binpêkirinan pêk tîne, mînaka wê jî şehîdxistina Hevrîn Xelef, şehîda Aqîde, xerabkirina cenazeya şehîd Emara, nêzîkatiyên dermirovî yên bi dîlgirtiya şervana YPJ`ê Çîcek Kobanê ne, ev jî nîşana xof û metirsiya ji fikrê azadîxwaziya jinan e, ji ber vê yekê ti hêz nikarbe vîn û îradeya jinan bişkîne, dê têkoşîna xwe berdewam bike û heta bidestxistina azadiyê dê şopdarên rêya azadiyê bin.

Em jî wek jinên Tevgera Civaka Demokratîk ji hemû pêkhateyan em ê li dijî tundî û kiryaran têbikoşin, her wiha sozê didin şehîdan ku em ê şopdarên rêya jinên azad bin û xeta berxwedan û têkoşînê bernedin.”

Back to top button