AborîArşîv

Aboriya jinê ji bo pêşxistina projeyên aborî

Bi nêzîkbûna demsala çinînê re, aboriya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina berhemên çandiniyê tedbîrên pêwîst digire.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, rola jinan di warê aborî de derket holê, di warên din de jî rola jinan derket û ji ber zîhniyeta mêr ku bandoreke neyînî li  ser rola jinan hebu, ev zîhniyeta ku tevahî derfetên maddî û menewî dizî , lê jina dest pêkirin ku derfetên xwe bi riya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocelan ya ku civakê ber bi aborıyekî komînal ve dibe vegerîne.

Ev geşedan ne tenê ji bo bihêzkirina aborî, di heman demê de ji bo destekirina hêza kedkar a ku pêwîstî bi xebatê heye û ji bo bihêzkirina jinan di warê aborî de, wekheviya di navbera her du zayendan de, pêşxistina aboriya civakan û pêşketina domdar bû.

Di derbarê tedbîran Komîteya Aboriya Jinê ya Kongra Star de, Berdevka Komîteya Aboriya Jinê Armanc Mihemed ji malpera me re axivî û got: Weke ku em dizanin ev dem dema candiniyê ye,  çandiniya bejahî û avdaniyê ye, berhema wê jî baş e, û em rastî saleke ku gelek metirsiyan li ser erdan dihewîne, û ji ber nebûna baranek têr di dema pêwîst de, û ev metirsî li ser çandinî, aborî û civakê jî hebû, û em wek aboriya jinê,  me pêwîst dît ku ji bo parastina van zeviyên çandiniyê û her wiha parastina civakê ji karesatên ku di encama van xetereyan de ne, tedbîrên pêwîst bên girtin”.

Armang her wiha got, “Em baş dizanin ku kêmbûna baranê bûye sedema çi, ji ber vê yekê me zeviyên çandiniyê bi genim û ceh av didin da ku di nava civakê de xwe têr bikin”.

Her wiha diyar kir: Ji bo ku jin ber bi xebatê ve biçe û civaka aborî pêş bixe, em pirojeyên çandiniyê ji jinan re vedikin û jin di van pirojeyan de kar dikin û di nav van projeyan de (çandiniya xidra, bihişk) armanca van projeyan pêşxistina e. Aboriya xweser a jinan di nava civakê de, mal û jin Yên ku di van projeyan de dixebitin, armanc dikin ku xweseriya xwe ava bikin”.

Derbarê projeyên aborî yên Komîteya Aboriya Jinê ya Kongra Star Armanc Mihemed wiha got: Projeyên çandiniyê yên ku komîteya me bi rê ve dibin bi vî awayî tên belavkirin (Dêrik, TerbeSpî, Dirbêsiyê, Reqa) û em jî ji bo vekirin û pêşxistina van projeyan li navçeya Şehba dixebitin, armanc ji van projeyan tevahiyan ew e ku em tekela  aborî li skan bişk3ınin, û pêşî li îstismara taybet bigirin .”

Armanc Mihemed di dawiya axaftina xwe de bal dikişîne ser kirîza aborî ya ku bi kêmbûna baranê diqewime û got: Dema ku baran kêm be, ev yek metirsiyek giştî li ser civakê çêdike, lewra Komîteya Aborî her dem li dû dîtina alternatîv û çareyan ji ber kêm barîna baranê.  Û ji van pirsgirêk û felaketên wiha re bûyîna bersiv”.

Back to top button