AborîÇalakî

komîteya aborî a kongra star 3 hezar û 800 dar hatin çandin

li ser esasê biryarên ku di konferansa  3 emîn a meclisa aboriya jin a kongra star ku hatibû girtin ji aliyê Komîteya Aboriya Jinan a Qamişloyê di çarçoveya projeya “Jiyan” de li Dêrikê 3 hezar û 800 darên berhemdar çandin.

Di çarçoveya projeya “Jiyan” de ku Platforma Jina Ekolojîk a Rojava dest pê kiriye ku parastina jîngehê bike ku ev piroje diyarî şehîdên şoreşê hatin kirin, dar li herêma Dêrikê hatin çandin. Diruşam projeyê ew e “Li hember çekên kîmyewî ku hewil didin welatê bikin çolistan û cihê erdhejê, em ê daristanan şînbikin.”

Bi dehan endamên Komîteya Aboriya Jinan a Qamişloyê 3 hezar û 800 darên berhemdar; tirî, hejîr, menga û zeytûn Ii gundê Melamerzê yê li rojhilatê Dêrikê çandin.

Endama rêveber a Komîteya Aboriya Jinan Meyasa Farûq di dema çandina daran de hatina 8′ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got ew bi çandina van daran hewl didin rûbera keskahiyê li herêmê zêde bikin ku bi şînbûna her darekê wê têde giyana her hevaleke şehîd vejîn bibe .

Di çarçoveya projeya “Jiyan” de rûbera çandina daran 120 donim e. Tê payîn çandina daran heta 4′ê Nîsanê roja Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan  wê dewam bike.

 

Back to top button